ŞÊNIYÊN KOBANÊ ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA 25’Ê HEZÎRANÊ BI BÎR ANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên Kobanê û malbatên şehîdan bi merasîmekê şehîdên komkujiya 25’ê Hezîranê li gundê Berxbotan bi bîr anîn.

Şêniyên Kantona Firatê û malbatên şehîdan, li pakrewangeha şehîdan a li taxa Xebat a Kobanê û li gundê Berxbotanê, bi merasîmekê şehîdên komkujiyê bi bîr anîn.

Di merasîma bibîranînê de li ser navê Meclisa Leşkerî ya bajarê Kobanê sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin û hate gotin ku, ew ê ji bo xewn û armancên şehîdan li ber xwe bidin û soz dan şehîdan ku ew ê armancên wan pêk bînin.

Piştî axaftinê mûm li ser gorên şehîdîn hatin vêxistin, Her wiha şêniyan li gundê Berxbotanê jî şehîdên komkujiyê bi pêxistina mûman bibîranîn.

Share This Article