ZANÎNGEHA ROJAVA JI BO BIRÊVEBIRINA ENERJÎ Û ÇAVKANIYÊN XWEZAYÎ KOMXEBATEK LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Inistatoya Zanist û Têknolojiya Nûjen a Zanîngeha Rojava Li ser stratejiyên domdar ji bo birêvebirina enerjî, çavkaniyên xwezayî, petrol û gazê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê komxebateke zanistî li dar xist.

Komxebat di bin diruşmeya ” Paşerojek saxlem û domdar ” hat li dar xistin.

Bi dehan endam, Xwendekar û rêveberên beşên cûda yên Zanîngehê li hola Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê beşdarî komxebatê bûn.

Her wiha bi riya medyaya dîjîtal gelek pispor û lêkolînerên bilind cihê xwe di komxebatê de girtin.

Di komxebatê de mijarên mîna Rêveberiya Enerjiyê, Enerjiya Nûjenkirî, Rêveberiya Jîngehê û Çavkaniyên Xwezayî hatin nîqaşkirin.

Beşdaran diyar kirin ku armanc ji komxebatê avakirina stratîjiyek domdar ji bo birêvebirina enerjî, çavkaniyên xwezayî, petrol û gazê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye.

Share This Article