ZANÎNGEHA ROJAVA JI BO 211 XWENDEKARAN MERASÎMA DERÇÛNÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Bi dirûşma “Zanîn Hunera Azadiyê ye” Zanîngeha Rojava ji bo derçûna 211 xwendekarên beşên cuda yên zanîngehê, merasîma derçûnê li dar xist.

Mrasîa derçûnê li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin, Şêniyên herêmên cuda ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê û nûnerên partiyên siyasî tev li merasîmê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, hevseroka Zanîngeha Rojava Zêna Elî got, “Em sala 2016’an bînin bira xwe, dema ku zanîngeh vebû, me bi zehmetiyên mezin, bi çavkaniyên lawaz, hejmareke kêm a xwendekar û mamosteyan, dest pê kir”.

Her wiha Hevserokê Meclisên Zanîngehan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xelîl Elî, xwendekarên derçûyî pîroz kir û destnîşan kir ku zanîngeh ji nava şer çêbûye. Her wiha hêviya xwe anî ziman ku xwendekar dê bi bandor beşdarî avakirina civakê bibin.

Piştî axaftinan, şandeyek ji Rêveberiya Xweser, rêveber û mamosteyên Zanîngeha Rojava, derket ser dikê û xwendekar pîroz kirin û bawername radestî wan kirin.

Share This Article