Koma yekemîn û duyemîn a Gelê Başûrê Kurdistanê ku ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistan, gihîştin bajarê Qamişlo.
Gelê Başûrê bi coşeke mezin ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin.
Her wiha gelê ku cihê xwe di nava komê de girtibû nerîn û helwesta xwe ya hatina Rojavayê Kurdistanê nîşan dan.
Gel diyar kirin ku ew wekî Kurd bi dildarî hatine Rojava û gotin heta Kurdeke me hebe em ê axa xwe biparêzin.
Koma Gelê Başûrê Kurdistanê ji bo parastinê dê berê xwe bide bajarê Hesekê.
