Meclisa jin a Olî bi hevkariya Rêxistina Sara ji bo nîqaşkirina mafê jinan di Ola Islamê de û nîşandina berxwedaniya wê ji civakê re, panelek li Helebê li darxist.
Panel di bin diruşmeya ” Rûmeta jinan di Îslamê de û têkoşîna gerdûnî ji bo îspatkirina hebûnê” hat lidarxistin.
Bi dehan jin ji Rêxistina Sara, Kongra Star, Saziyên civaka sivîl û Partiyên siyasî li hola Civînan a MSD’ê li Helebê beşdarî panelê bûn.
Di panelê de piştî deqeyek rêzgirtin, mijarên mîna Mafên jinan di ola Islamê de, Her wiha Berxwedaniya jinan di nava civakê de û pêşxistina rola wê hatin nîqaş kirin.
Beşdarên panelê rexne li îdeolojiya ku ji hêla hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatiye pejirandin girt, ji ber ku ew li gorî îdeolojiyek dixebite ku jinan ji holê radike.
