Li avahiya zanîngeha Kobanê belgeya akademîk ya fakulteya zanistên bijîşkî ya teknîkî bi komxebatekê hate nîqaşkirin.
Di nîqaşkirinê de mamoste, xwendekar û kadroyên pispor amade bûn.
Di komxebatê de li ser her 4 beşên fakulteya zanistên bijîşkî ya teknîkî zanyarî hatin parvekirin.
Di nîsana îsal de meclisa zanîngeha Kobanê civîna xwe li dar xistibû û gelek biryarên stratejîk wergirtibûn.
Yek ji wan biryaran jî, Avakirina fakulteya zanistên Bijîşkî bû.
