PARÊZER JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO DI NAVA TEVGERÊ DE NE

Rojava Tv
1 Min Read

26 sal in Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk ve dîl hatiye girtin û ceza li dû cezayê li rêbertî dibire.

Piştî ku biraziyê Rêber APO di dawiya meha derbasbûyî de li gel Rêbertî hevdîtin pêk anî, careke din dewleta Tirk cezayê dispilînê li dijî Rêber APO birî.

Parêzer Xalîda Mihemed a ji bajarê Helebê pergal êşkenceyê ya li dijî Rêber Apo şermezar kir û diyar kir ku, pergala qirkirinê ya li dijî rêbertî li dijî hemû zagonan e.

Her wiha Xalîda Mihemed di beşekî din ên axaftinên xwe de got, divê desthilata tirk mafê hêviyê bide Rêbertî.

Piştî 4 salan, biraziyê Rêber Abdullah Ocalan, Omer Ocalan di 23’yê cotmeha 2024’an de hevdîtina rû bi rû li gel Rêbertî kir. Di hevdîtinê de Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir ku tecrîd hêj didome.

Share This Article