Zanîngeha El-Şerq di bin diruşma “Bi hev re ji bo Reqaya paqij û Firateke zelal” û bi hevrêziya li gel Meclîsa Cîbicîkar a kantona Reqayê û desteyên rêveberî, panelek lidarxist.
Di panelê de mijarên giring hatin nîqaşkirin, mijara yekem giringiya dîrokî û çandî ya bajêr û şûnwarên wê yên arkeolojîk, ji bilî çemê Firatê û rola wê ya girîng di jiyana şêniyên herêmê de bû.
mijara duyemîn jî li ser girîngiya paqijiya giştî û parastina jîngeheke saxlem, bi banga berfirehkirina qada kesk bû.
piştre deriyê nîqaşan li pêş amadebûyan hat vekirin û tê de li nerîn û pêşniyarên wan li ser rêyên serkeftina kampanyayê û misogerkirina berdewamiya wê bi awayekî ku xizmet û parastina şûnwarên wê bike, hatin guhdarkirin.
