YRJ’Ê SALVEGERA DAMEZIRANDINA XWE YA 4’EMÎN BI ŞAHIYEKÊ PÎROZ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Yekitiya Ragihandina Jin Bi boneya 4`emîn salvegera damezirandina xwe, li bajarê Qamişlo şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de behsa giringiya xurtkirina xebatên ragihandina jin hate kirin.

Di dîroka çapemeniya azad de, jin xwedî rol û misyoneke mezin in û Çapemeniya Jin a Azad heta niha di oxira rastîyê de, gelek berdêlên giranbûha daye.

28`ê Hezîrana sala 2020’an xaleke nû li dîroka jina kurd zêde bû ku ew jî roja damezirandina Yekitiya Ragihandina Jin bû.

Bi boneya 4`emîn salvegera damezirandina Yekitiya Ragihandina Jin û bi amadebûna bi dehan rojnamevanên jin ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya ragihandinê ya li bajarê Qamişlo şahiyek hat lidarxistin.

Endama Desteya Rêveber a YRJ Evîn Ibrahîm ji Rojava Tv re axivî û giringiya vê rojê li gel rojnemvanên jin nirxand.

Ji aliyê xwe ve rêvebera radyoya Star Fm Lîlav Hesen destnîşan kir ku keda jinên rojnemevan di van 4 salan de daye, cihê rêzê ye.

Bi armanca gihaştina dengê jinê û rastiya jina azadîxwaz ji tevahî cîhanê re YRJ hate avakirin.

YRJ di şopa rastîyê de, bûye dengê şoreşê û pêşengê avakirina Paradîgmaya Netewa Demokratîk.

Share This Article