ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI HESEKÊ DI ROJA 2’AN DE BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

Çalakiya Greva Birçîbûnê ya li Hesekê ku ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêber APO hatibû destpêkirin, bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji dema ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye û heta îroj dewleta Tirk tevahî rêbazên hovane bi kar tîne.

Her wiha hate destnîşankirin ku ruxmî tevahî hewldanên dewleta Tirk û şerê li dijî fikrên Rêber Abdullah Ocalan, lê vîna Rêbertî di belavkirina îdeolojiya fikrên rizgariyê de lawaz nebû û li tevahî cîhanê deng veda.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, nayê qebûlkirin û heta dawiyê ew ê li ber xwe bidin.

Share This Article