YPJ’Ê BI BONEYA SALVEGERA 12’AN A DAMEZIRANDINA XWE MERASÎMEKE LEŞKERÎ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê bi boneya salvegera 12’an a damezirandina xwe merasîmeke leşkerî li bajarê Hesekê li dar xist.

Şervan û fermandarên YPJ’ê di 12’emîn salvegera damezirandina xwe de piştrast dikin ku heta henaseya dawiyê ew ê gelê xwe biparêzin.

Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê bi boneya salvegera 12’an a damezirandina xwe merasîmeke leşkerî li bajarê Hesekê li dar xist.

Şervan û fermandarên YPJ’ê yên ku pêşengî ji şerê li dijî DAIŞ’ê re kirin û jinên herêmê parastin, bi çek û rextên xwe beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de piştî merasîma leşkerî stran hatin gotin û govend hate gerandin.

JI fermandarên YPJ’ê Newroz Ehmed ji Rojava TV re behsa kêliyên destpêkê yên damezirandina YPJ’ê dike.

Şervanên YPJ’ê jî di 12’emîn salvegera damezirandina xwe de piştrast dikin ku heta henaseya dawiyê ew ê gelê xwe biparêzin.

Yekîneyên Parastina YPJ’ê roja 4’ê nîsana 2013’an li Dêrika Hemkoyê kongreya xwe ya damezirîner li dar xist. YPJ’ê ku ji hejmareke biçûk dest pê kir, îro bûye artêşeke xurt û li seranserî cîhanê deng vedaye.

Share This Article