8’Ê ADARÊ ROJA TÊKOŞÎN Û SERHILDANA JINAN NÊZ DIBE

Rojava Tv
1 Min Read

8’ê Adarê roja têkoşîn, serhildan, azadî û hilwşandina hişmendiya desthilatdaran e, ku jinan di vê rojê de kolatî li dû xwe hiştin û gav ber bi serhildanê ve avêtin nêz dibe.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo jinan modeleke nû ya jiyanê ava kir lewre ev şoreş, weke girîngtirîn destkeftiyên jinan ên dîrokî tê binavkirin û Jinan, berhema wê jî ji 8’ê adarê roja jinan a cîhanî girt.

li seranserî cîhanê bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin amadekariyên pîrozkirina vê rojê dikin.

Endama Koordînasyona Kongra Star ya bajarê Helebê Nêrgiz Bekir got ku, ew di 8’ê adara îsal de hêviya hevgirtin, serkeftin û têkoşîneke mezintir ya jinan dikin.

Nêrgiz Bekir da zanîn ku, jinan li hember desthilatdariyê têkoşîneke bê hempa daye meşandin û bang li hemû jinan kir ku têkoşîna xwe ya ber bi azadiyê ve dewam bikin.

Roja Cîhanî ya Jinan cara yekê li Amerîka, di 28’ê Sibata sala 1909’an de wek Roja Netewî ya Jinan hate pîrozkirin.
Her sal 8’ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan li seranserî cîhan û kurdistanê bi çoş û girseyekê tê pîroz kirin.

Share This Article