LI REQAYÊ MEŞEK JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Kantona Reqayê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Apo meşek li dar xistin.
Meş bi beşdariya Endam û rêveberên Tevgera ciwanên şoreşger ya kantona Reqa, Tebqa û Dêrazorê hat lidarxistin.
Meşê ji gel nexweşxaneya Zarokan dest pê kir û bi rakirina wêneyên rêber Apo û siloganên azadî ji rêbertî re li qada jina azad veguherî mîtingê.
di mîtingê de Tevgera ciwanên şoreşger ya kantona Reqayê daxuyaniyek da û anî ziman ku fikir û felsefeya rêber Apo li cîhanê belav bûye û bi vê yekê jî komploya li dijî rêber Apo têk diçe.
Her wiha Tevgera ciwanên şoreşger got bi felsefeya Rêber Apo ciwanan rola xwe nas kirin û bi rihê ciwanan dê rêbertî azad bibe.

Share This Article