Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ya Helebê bi boneya 8’ê adarê pêşengeheke wêneyan vekir.
Xwendekarên peymangehê, endamên yekîtiya xwendekaran, jinên ciwan, mamoste û endamên saziyan beşdarî pêşangehê bûn.
Di pêşangehê de axaftin hatin kirin û pêşangeh diyarî şehîdên jin hate kirin.
Piştre komên stranan berhemên xwe pêşkêş kirin û beşdaran jî dîlan gerandin.
Di pêşengehê de gelek tabloyên bi reng û wateyên cuda hatin pêşandan.
YEKÎTIYA XWENDEKARÊN WELATPARÊZ PÊŞENGEHEKE WÊNEYAN LI HELEBÊ VEKIR
