Têkildarî hedefgirtina xebatkarên çapemeniya azad Hevserokê Malbenda Heleb ya Rewşenbîrî Ehmed Bîrhat got, ji ber ku rojnamevan deng û reseniya gel radigihînin, lewre tên hedefgirtin.
Her wiha Ehmed Bîrhat da zanîn ku, divê her kes têkoşîna xwe mezintir bike, da ku dewleta Tirk a dagirker ji ber tawanên xwe were darizandin.
Dewleta Tirk a dagirker roja 19’ê vê mehê erebeya rojnamevanan li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê de bombebaran kir û di encamê de nûçegihana ANHA’yê Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan şehîd bûn.
Têkildarî hedefgirtina xebatkarên çapemeniya azad Hevserokê Malbenda Heleb ya Rewşenbîrî Ehmed Bîrhat got, ji ber ku rojnamevan deng û reseniya gel radigihînin, lewre tên hedefgirtin.
Her wiha Ehmed Bîrhat da zanîn ku, divê her kes têkoşîna xwe mezintir bike, da ku dewleta Tirk a dagirker ji ber tawanên xwe were darizandin.
Ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve di encama êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê de 30 rojnamevan di lêgerîna heqîqet û azadiyê de şehîd bûn û li dû xwe mîrasên bêhempa hêlan.
