Yekîtiya Rewşenbîran ya kantona Reqayê bi hevkariya Navenda Zatê ya Navdewletî ya Perwerde û Şêwirmendiya Derûnî, semînerek li ser Tenduristiya derûnî û bandora wê ya li ser hevgirtina civakê li dar xist.
Semîner bi amadebûna nûnerên saziyên sivîl, rêxistin û tevgerên jinan hate lidarxistin.
Di semînerê de têgeha derûniyê hate şîrovekirin û bandora wê a li ser hevgirtina civakî hate vegotin.
Semîner bi nîqaş û pêşniyarên beşdaran bi dawî bû.
