QEYDKIRINA HEMWELATIYÊN KURD ÊN BÊ NASNAME LI HESEKÊ DI ROJA DUYEMÎN DE DIDOME

Rojava Tv
1 Min Read

Li bajarê Hesekê jî, pêvajoya qeydkirina hemwelatiyên Kurd ên Sûriyê yên ku heta niha nehatine qeyd kirin û bê nasname ne, îro ket roja xwe ya duyemîn de.

Ev pêvajo piştî peymana di navbera QSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de û derxistina biryarnameya 13’an dest pê kir.

Li gorî biryarnameyê, hemwelatiyên ku nehatine qeyd kirin dikarin serdana navendên taybet bikin û navên xwe tomar bikin da ku nasnameya fermî bistînin.

Endamên komîteya qeydkirina hemwelatiyan ji Rojava tv re behsa rêveçûna xebata qeydkirina nasnameyên welatiyan kir.

Her wiha diyar kirin ku li gorî bernameyê, dê pêvajoya qeydkirinê li Hesekê heta 12’ê Tîrmehê dewam bike.

Share This Article