TEVÎ ÊRÎŞAN JÎ GELÊ HERÊMÊ NOBETA LI BENDAVA TIŞRÎNÊ DI ROJA 10’AN DE DIDOMÎNIN

Rojava Tv
1 Min Read

Dewleta Tirk sibeha îro careke din derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir, lê gel bi israr û moraleke ji pola nobeta xwe di roja 10’emîn de didomîne.
Sibeha îro careke din Balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker gundewarê bajarê Sirînê û derdora Bendava Tişrînê bombebaran kirin.
Tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî, dîsa şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 10 roj in li Bendavê nobeta xwe ya parastina av û rûmeta xwe didomînin.
Roja 8’ê mehê welatiyên herêmê ji bo parastina Bendava Tişrînê biryar dan ku berê xwe bidin Bendavê, lê karwan gelek caran rastî êrîşê hat û di encamê de 8 sivîl şehîd û 55 jî birîndar bûne.
Bendava Tişrînê ji bo herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelekî giring e, ji ber ku çavkaniya sereke ya av û kehrebeyê ye.

Share This Article