KOÇBERÊN EFRÎNÊ: ÇAVÊ ME HER DEM LI VEGERÊ YE

Rojava Tv
1 Min Read

Ji adara 2018’an de ji ber êrîşê Dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Efrîn şêniyên Efrîn ji neçarî koçber bûn û berê xwe dan Şehbayê.

Careke din jî di dema hilweşîna Rêcîma Baas û êrîşên Hêzên Hikumeta Vegûhêz li ser Heleb û Şehbayê, Koçberên Efrîn di bin şert û mercên giran de berê xwe dan cihên bi ewle yên Rêveberiya Xweser.

Têkildarî mijarê Koçberên efrîn yên ku niha li Şêxmeqsûd û eşrefiyê dimînin diyar kirin ku tevî peymana 10’ê adarê jî lê heya niha Hikumeta Veguhêz sozên xwe ji bo vegera koçberan pêk neanîne.

Ji aliyê xwe ve koçberan gotin ku xelkên ku vedigerin Efrînê rastî bipêkirin û talanê tên.

Di 10’ê adarê de di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Ehmed El-Şeri de peymanek hat îmzekirin. Xalek ji xalên wê peymanê vegera hemû koçberan bû, lê heya niha çavên koçberan li vegereke bi ewle ye.

Share This Article