Di Pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan de Akadimiya Jinelojî yek ji weşanên ku bi 11 berhemên xwe yên di vê salê de kom kirine, di Pêşengehê de cih girt û pêşengitî kir.
Pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan yek ji derfetên herî mezin e ji gelek sazî û weşanxaneyan re ku berhemên xwe tê de pêşkêş bikin.
Akadimiya Jinelojî jî yek ji akademiyên ku bi 11 berhemên xwe yên di vê salê de kom kirine, di pêşengehê de cih girt û pêşengitî kiriye.
Tikildarî mijarê Endama Akadimiya Jinelojî Zehrîban Hisên diyar kir ku ev cara 3’emîn bi berhemên xwe beşdar dibin.
Ji aliyê xwe ve Rêvebera Desteya Jin a Kantona Cizîrê Rohat Xelîl destnîşan kir ku jinan di pêşengehê de fikir û felsefa jina azad îspat kir.
Di her qadên jiyanê de jin bi wêrekbûn û israra xwe her deverê bi berhemên xwe dixemlîne, vê carê jî şopa xwe li Pêşengeha Şehîd Herkol a pirtûkan xemiland.
