⁣ŞAREDARIYA REQAYÊ DEST BI PROJEYA QÎRKIRINA RÊYAN KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Şaredariya Gel a Kantona Reqayê dest bi pêkanîna plansaziya xwe ya sala 2025’an a qîrkirin û sererastkirina rêyên xerabûyî yên bajar kir.

Qonaxa yekem bi kolandin û rakirina beşê xirabûyî yê kolana Mensûr a bakur û kolana Metez a başûr dest pê kir û biştre dest bi qîrkirinê kiriye.

têkldarî mijarê, Welatiyê bi navê Mehmûd El Mehmûd yê ji Reqayê ji Rojava tv re axivî û got pêwîstiya riyan bi qîrkirinê hebû û ji ber derngmayna çêkirina rêyan rexneyên xwe li şaredariyê dike.
Çavdêrê xebatên qîrkirina rêyan li kantona Reqayê Endezyar Mehmûd El-Hemam diyar kir ku, wan dest bi plansaziya sala 2025’an li çend taxên ku sala borî nehatine çêkirin kirine.

Şaredariya Gel a Kantona Reqayê di sala 2024’an de ji sedî 65 projeyên qîrkirina rêyan bi miqdarek 31 hezar metrekup qîr pêk anî, îsal jî li gorî derfetên xwe yên heyî xebatên xwe yên xizmetê didomîne.

Share This Article