YEKÎTIYA ODEYA BAZIRGANIYÊ YA KANTONA REQAYÊ KONFERANSA XWE YA SÊYEMÎN LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Yekîtiya Odeya Bazirganiyê ya Reqayê, bi beşdarbûna endamên Yekîtiya Odeya Bazirganiyê û nûnerên saziyên sivîl û siyasî yên herêmê, konferansa xwe ya sêyemîn lidar xist.

Di konferansê de, Endamê Meclisa Serokatiyê ya Partiya Sûriya Pêşerojê ‘Zelal Ceger’ rewşa siyasî şîrove kir, piştre rapora rêxistinî ya du salên borî hate pêşkêşkirin.

Piştî raporê, rêziknameya navxweyî ya Yekîtiya Odeyên Bazirganiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatin xwendin û nîqaşkirin, û hejmarek pêşniyar ji bo pêşxistina mekanîzmayên xebatê û nûvekirina qanûnan hatin pêşkêş kirin.

Konferans bi hilbijartinan bi dawî bû, ku tê beşdaran careke din baweriya xwe bi hevserokatiya berê nû kirin.

Share This Article