Kongra Star a bajarê Helebê bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî ya ku sûriyê têre derbas dibe û nirxandina banga Rêber Apo civînek lidarxist.
Civîn bi beşdariya Endam û Rêveberên kongra star û jinên herdu taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat lidarxistin.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre rewşa siyasî û geşedanên ku sûriyê pê re rû birû dimîne hat nîqaşkirin.
Hat gotin, parastina nasname û pirrengiya gelê sûriyê dê rê li ber şer û aloziyê bigire. Her wiha di civînê de hat diyarkirin ku, banga dîrokî ya Rêber APO dikare sûriyeke aram û demokrat ava bike.
Civîn bi parvekirina nêrîn û pêşinyarên beşdaran bi dawî bû.
LI HELEBÊ REWŞA SIYASÎ Û BANGA RÊBER APO HATIN NIRXANDIN
