Cotkarên ji Tirbespiyê têkildarî buhayê genim ku ji hêla hikumeta kemkî ve hatiye destnîşankirin, nerazîbûna xwe anîn ziman û diyar kir ku ew buha têra lêçûnên çandiniyê nake.
Cotkaran daxwaza zêdekirina buhayê kirîna genim kir, da ku mafên cotkaran misoger bibe.
