ŞANDEKE RÊVEBERIYA XWESER SERDANA KOÇBERÊN LI QAMIŞLO KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Hevseroka têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û hin berpirsên din, serdana koçberên ji Efrîn ên li Qamişloyê dimînin, kirin.

Îlham Ehmed di serdanê de got, xebat ji bo vegerandina koçberên ji Efrîn, Şêx Meqsûd û deverên din bo malên wan didomin, û destnîşan kir ku: “Ji bo ku ev pêk were, divê biryardarî, zext û çavdêriya navneteweyî hebe.”

Îlham Ehmed destnîşan kir ku ji Dêrazorê hin kom hene ku naxwazin ji Efrîn derkevin û tekez kir ku, “Divê ew derkevin, û xelkê Efrîn herêmên xwe birêve bibin û biparêzin.”

Hevseroka têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di dawiyê de got,”ev mijar berpirsiyariya me ye, û em vê mijarê bi şêwirmendiya Şamê çareser dikin, û li vir em ji gelê xwe re jî dibêjin ku vegerandin dê di zûtirîn dem de pêk were.”

Share This Article