Li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê her du jinên pêşeng Şehîd Zîlan û Sema Yuce bi civînekê hatin bibîranîn.
Bi dehan şêniyên taxê, nûnerên dam û dezgehan û rêxistinên jinan beşdarî civînê bûn.
Di civînê de nameyên Şehîd Zîlan hatin xwendin û piştre axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hate gotin, dîroka tevgera azadiya Kurdistanê bi saya fedekariyên jinên leheng gihaştiye lûtkeyê.
Piştre sînevizyonek di derbarê jiyana her du şehîdan de hate pêşandan.
Beşdarên merasîma bibîranînê gotin, ew ê bibin şopgirên rêk û doza şehîdan.
