KOMBÛNA QIRÊJÊ LI KOLANÊN QAMIŞLO FIKARÊN BELAVBÛNA NEXWEŞIYAN ZÊDE DIKE

Rojava Tv
2 Min Read

bi hatina werzê havînê re bêhn û komkirina çopê ya zêde li bajarê Qamişlo dîmenekî cuda nîşan dide.

Bêhin û komkirina çopê bandoreke neyînî li ser jiyana rojane ya welatiyan dike û dibe sedema gelek nexwşIYAN JÎ:

welatiyên bajarê Qamişlo ji qirêjiya ku li ser çopan kom bûye, ne razîne û bang li şaredariyê dikin ku bi erka xwe rabin.

Paqijî dîmenekî şaristanî ye, lê bi hatina werzê havînê re bêhn û komkirina çopê ya zêde li bajarê Qamişlo dîmenekî cuda nîşan dide.

Komkirina çopê ji bo demeke dirêj dikare gelek pirsgirêkên tenduristî û jîngehî biafirîne.

Bêhin û komkirina çopê bandoreke neyînî li ser jiyana rojane ya welatiyan dike û dibe sedema gelek nexwşî û kêzikan ku li bajêr belav bibe.

Girêdayî mijarê welatiyên bajarê Qamişlo ji ROJAVA TV re gazinên xwe ji ber qirêjiya ku li ser çopan kom bûye, dikin.

Rêveberê meraiba şaredariya bajarê qamişlo Xesan Wehîd Ji ROJAVA TV re diyar kir ku sedema komkirina çopê bi rojan vedgere hejmara kêm ya karmend û erebeyên paqijiyê.

Di dawiyê de, çareserkirina vê pirsgirêkê bi awayekî lezgîn pêwîst e da ku paqijiya giştî, tenduristiya welatiyan û dîmenê şaristanî ya bajêr were parastin.
Rapor Novîn El-Elî
Kamîre Mehmûd Meîş

Share This Article