YEKÎTIYA JINÊN CIWAN LI QAMIŞLO KORSEKE ZIMANÊ ÎNGILÎZÎ VEKIRIYE

Rojava Tv
1 Min Read

Bi armanca xurtkirina asta zanistî ya ciwanan û bihêzkirina rola wan ya di nava civakê de, Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo korseke zimanê Îngilîzî vekir.‎

Gelek jinên ciwan beşdarî korsê bûne û mamosteyeke pispor a zimanê Îngilîzî semîneran pêşkêş dike.

mamosteya pispora zimanê îngilîzî Evîn Bekir destnîşan kir ku armanca vekirina perwerdeyê ew e ku asta xwendinê li cem ciwanan bilind bibe.

Beşdarên perwerdeyê, li ser rêziman, nivîsandin û axaftina bi zimanê Îngilîzî têne perwerdekirin.

Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo ji bo ronîkirina rewşa jinên ciwan di nava civakê de rêze çalakiyên girîng li dar dixe.

Share This Article