23’ê cotmehê dewleta tirk a dagirker pêleke êrîşên asîmanî û bejahî yên dijwar li dijî herêma bakur û rojhilatê sûriyê destpêkir.
Dagirkeriyê di wan êrîşan de binesaziya herêmê, navendên xizmetê, cihên sivîlan her wiha navend û bendên hêzên ewlekariyê topbaran û bombebaran kir.
Yek ji deverên ku hate bombebaran kirin jî stasyona siwêdiyê ya bajarê dêrikê bû ku kehrebe û sotemenî berhem dida û di encamê de stasyon bi temamî ji xizmetê derket û 8 karmendên wê jî şehîd bûn.
Ji Rêveberên Stasyona Siwêdiyê Amir Semo dibêje ku dagirkeriyê 7 caran stasyona siwêdiyê ku rojane zêdetirî 800 hezar litir mazot, 750 hezar litir banzîn û 600 hezar tupên xazê berhem dida, bombebaran kir.
Amir Semo diyar dike ku di encama rawestandina stasyona siwêdiyê de, sotemenî û kehrebe li herêmê nemaye û armanca dagirkeriyê ji van êrîşan jî koçberkirina gel e.
Ji ber êrîşên dagirkeriyê di nava çend rojan de 150 hezar malbat li herêma bakur û rojhilatê sûriyê bê kehrebe mane her wiha 18 kes şehîd û 68 jî birîndar bûn.
