Yekîtiya Jinên Ciwan û yekîtiya Xwendekarên Welatparêzên Sûriyê yên Helebê bi daxuyaniyekê amadebûna kujer “Ebû Hatim Şeqra” di “kongreya serkeftinê” de bi tundî şermezar kirin.
Ciwana di daxuyaniya xwe de gotin, çete Ebû Hatim Şeqra û serçeteyên din derheqê gelê sûriyê bi taybet gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi dehan komkujiyên hovane pêk anîne, ew çete divê di sûriyeya nû de nemînin.
Her wiha ciwanan dan zanîn ku, Şehîd Hevrîn Xelef ji bo Sûriyeke azad têdikoşiya, lê ji aliyê Şerçete “Ebû Hatim Şeqra” ve hat şehîdxistin, wê tu carî neyê qebulkirin ku ev çete bi rihetî di sûriyê de jiyan bikin.
Yekîtiya Jinên Ciwan û yekîtiya Xwendekarên Welatparêzên Sûriyê amadebûna kujeran şermezar kirin û banga cezakirina kujeran û pêkanîna edaletê kirin.
YEKÎTIYA JINÊN CIWAN: KUJERÊN JINAN DIVÊ DI SÛRIYEYA NÛ DE NEMÎNIN
