WELATIYEKÎ QAMIŞLO BO KÊMKIRINA PIRSGIRÊKA KÊMAVIYÊ BI DESTPÊŞXERIYEKÊ RABÛ

Rojava Tv
1 Min Read

Heftiyeke li bajarê Qamişlo pirsgirêka qutbûna avê rûdaye. Welatiyê bi navê Helîm Eko da ku bi xelkê re bibe alîkar bi însiyatîfekê rabûye.

Kêmbûna avê bi taybet di werza havînê de û bi bilindbûna pileya germahiyê re bûye sedema gengeşiyeke berfireh di nav xelkê bajarê Qamişlo de.

Helîm Eko di însiyatîfê de, ava bîra xwe ya biçûk li şêniyên hin taxên bajarê Qamişlo belav dike.

Derbarê mijarê de welatiyê bi navê Idrîs Elî got, di rewşeke wisa de ku qutbûna avê bûye pirisgirêkek cidî di nava welatiyan de, însiyatîf gelekî baş e.

Her wiha welatiyê ku bi insiyatîfê rabûye Helîm Eko bang li xelkên bajêr kir ku bi hatina Cejna Qurbanê re û ji bo pêdiviyên xwe yên avê bi cih bînin werin ser bîrê.

Share This Article