YEKÎTIYA HUNERMENDÊN KANTONA FIRATÊ KONFERANSA XWE YA 2’EMÎN LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Di bin dirûşmeya huner, peyamelî mirov û exlaqî ye, yekîtiya hunermendên kantona Firatê konferansa xwe ya 2’emîn li dar xist.

Konferans bi amadebûna hunermend, rewşenbîr û endamên saziyên rêxistinî û civakî, partiyên siyasî û tevgerên jinan li navenda çand û hunerê ya Baqî Xido hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê rapora du salan hate xwendin,rewşa siyasî û rêziknameya yekîtiyê hate xwendin û nîqaşkirin.

Her wiha yekîtiyê astengî û zehmetiyên ku di xebatên xwe de pê re rû bi rû dimîne, nîqaş kir û plansaziya xwe ya sala dahatû jî danî.

Yekîtiya hunermendan tekez kir ku ew ê di xebatên xwe de pêşketinên mezintir tomar bikin.

Share This Article