24’ê Tîrmehê, salvegera 102’an a Peymana Lozanê ye, ya ku tê de Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê de hate dabeşkirin.
Siyasetmedar û rewşenbîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, encamên vê peymanê şermezar kirin û ew wekî derbeyek mezin li dijî armancên Kurdan bi nav kirin.
Peymana Lozanê ku di sala 1923’an de, di navbera dewleta Tirk û hêzên navdewletî de hatiye îmzkirin, 102 sal ji parçekirin û berjewendiyên desthildarî li şûn xwe hêştin.
Aramanca dewletên hegemon a sereke ji peymanê, parçekirina Kurdistanê di navbera 4 dewletan û avakirina Komara Tirkiyê bi serweriya Kemal Ataturk bû.
Têkildarî vê mijarê, endamê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Welîd Bekir ji Rojava TV re got, peymana lozanê dewletên netweperest li ser axa kurdistanê çêkirin kirin.
Serokê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanî “Talal Mihemed” jî diyar kir ku ji bo Lozaneke nû li ser Kurdan çênebe, pêwîstî bi avakirina civakeke demokratîk heye.
Peymana Lozanê bû sedema parçekirina kurdistanê navbera Iraq, Îran, Tirkiyê û Sûriyeyê, û bandorek kûr li ser jiyana bi mîlyonan Kurdan kir.
Piştre, civakên Kurd di bin rejîmên Iraq, Îran, Tirkiyê û Sûriyeyê de rastî zilm, koçberî û zordariyê hatin.
