Yekîtiya Cotkaran a kantona Reqayê civîna xwe ya salan e bi amadebûna cotkar û endamên yektiyê lidarxist.
Civîn di bin diruşmeya ” Bi rêxistinkirina Cotkar û Xwedîkarên sewalan, Em ê aboriya Civakî dest bi dest ava bikin ” hat li darxistin.
Bi dehan Endamên Yekîtiya Cotkaran, Cotkar, xwediyên kedîkirina sewalan, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî beşdarî civînê bûn.
Di civînê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Yekîtiya Cotkaran, Meclisa Cîbicîkar û Meclisa Aborî û Çandinî ve hatin kirin.
Axêveran Rewşa çandinyê ya di van salên dawî de nirxandin û Rola Cotkar û Xwedîkarên sewalan di avakirina civaka çandinî de nîşand dan.
Civîn bi hilbijartina hevserok û endamên nû ji bo yekîtiyê bi dawî bû.
