200 jinên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê ji bo nîqaşkirina azadî, hevgirtin û berxwedanê di 1’emîn Kongreya NADA ya li Silêmaniyê de hatin cem hev.
berferehiya kongrê di vê raporê de
Koalîsyona Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) yekemîn kongreya xwe li SilêmaniyA Başûrê Kurdistanê li dar xist.
200 Jinên ji Rojhilata Navîn, Kurdistan, Tirkiye, Bakurê Afrîkayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelek welatên din beşdarî kongreyê bûne.
Kongre wê sê rojan dewam bike û dê Hevseroka DEM Partî, Tulay Hatimogullari, Hevseroka DBP Çigdem Kiliçgun Uçar, TJA, û Jineolojî jî gotaran pêşkêş bikin.
Di roja yekem a kongrê de rûniştina bi sernavê “Şerê Cîhanê yê 3-an şerekî jinankujiyê yê neragihandî ye”, hat pêşkêşkirin û tê de mijarên: “Qonaxên Şerê Cîhanê yê 3-an li Rojhilata Navîn”, “Modela dewleta neteweyî wekî amûrek serdestiya baviksalar li ser jinan û nebûna demokrasiyê”, “Laşê jinê ku di bilindbûna Îslama siyasî de wekî amûrek tê bikar anîn”, “Sîstema baviksalar bi qanûnê jinankujiyê rewa dike”, “Têkoşîna jinan li dijî wêrankirina ekolojîk a sîstema kapîtalîst a cîhanî” hatin nîqaşkirin.
Jinên ku di kongreya NADA’yê de axivîn diyar kirin ku, Jin li her derê ji bo beden û nasnameyên xwe şer dikin. Laşên jinan wekî tiştên siyasî têne bikar anîn. Ji ber vê yekê, ev konferans ji bo jinan gaveke girîng e.
Hat gotin ku, pirsgirêka Kurd di bingeha her pirsgirêkek çaresernekirî de ye. her wiha Avakirina demokrasiyê bi jinan mimkun e.
Banga ku Rêber Abdullah Ocalan kir ne tenê bangek ji bo gelê Kurd bû, lê ji bo tevahiya cîhanê bû.
Ger demokrasiyeke avabûyî hebe, ger dewlet demokratîk bin û ger aştiyeke mayînde pêk were, divê em rola xwe baş bilîzin. Em ê bi felsefeya ‘Jin jiyana azad’ şeran rawestînin û em ê modelek konfederalîzma demokratîk ji bo hemû gelan ava bikin.
her di kongreyê de peyama komalên Jinên kurdistanê KJK’ê hat xwandin, KJK’ê hêvî kir ku konferans serkeftî bi dawî bibe.
Kongreya yekemîn a Koalîsyona Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) bi axaftin û nîqaşan dewam dike.
