Endamên encumena malbatên şehîdan tecrîda li dijî rêber apo şermezar kirin û bang li dewletên navnetewyî û CPT kirin kû bi erkên xwe rabin ,
Her wiha diyar kirin ku rêber apo ji bo gel mafê xwe bi dest bixe têkoşîn kir.
25 sal in Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de di bin tecrîdeke giran de ye û ev zêdetirî 2 salan e tu agahî jê nayên girtin .
Careke din Dewleta Tirk li Rêber Abdullah Ocalan ‘cezayê dîsîplînê’ birî, Ev jî ji bo pêkhateyên herêmê fikaran çêdike .
Endamê encumena malbatên şehîdan ya şehba Azad Mustafa Silêman nerazîbûn nîşan da û bang li dewletên navnetewyî û CPT kir bi erkên xwe rabin.
Her wiha endama encumena malbatên şehîdan nisrîn cimo tecrîda li dijî rêber apo şermezar kir û got :” rêber apo ji bo gel mafê xwe bi dest bixe têkoşîn kir”.
Li hemberî girankirina tecrîdê û qedexekirina Hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re, li seranserî herêmê û Kurdistanê Çalakiyên Şermezarkirinê têne lidarxistin.
Gel di Çalakiyên xwe de tekez dike ku ew ê bi bilindkirina asta Têkoşînê Azadiya Rêber Apo misoger bikin .
