Dayik û Xwişka Şehîd Ferhad Şiblî bi dilekî bi êş û şewat dibêjin ku Ferhad bi destê xayinan hate şehîdxistin.
Her wiha banga hesabxwestinê ji sûcdaran xwestin.
Di ser şehadeta Cîgirê Hevserokatiya Enucmena Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şibilî re salek derbas bû.
Malbata Şehîd Ferhad Şiblî odeyek malê bi wêne û bîranînên wî, xemilandine.
Her wiha Dayika Şêrîn, bi sembola Serkeftînê û bi vîn û baweriyeke bi hêz dibêje dê xwîna lawê wê li erdê nemîne.
DAYIKA ŞEHÎD FERHAD: LAWÊ MIN BI DESTÊ XAYINAN HATE ŞEHÎDXISTIN
XWIŞKA ŞEHÎD FERHAD: DIVÊ HESAB JI SÛCDARAN WERE XWESTIN
Bi boneya yekemîn salvegera şehadeta Ferhad Şiblî, roja 17’ê Hezîranê ango roja şehadeta wî, dê bernameya bîranînê li Dêrikê bê lidarxistin. 19’ê Hezîranê jî, wê li Reqayê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve bîranîn pêk were.
