LI HESEKÊ JI BO SALVEGERA SERHILDANA “JIN JIYAN AZADΔ MEŞEK HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya salvegera 2`yemîn a qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirina Serhildana Jin, Jiyan, Azadî, li bajarê Hesekê meşek hate lidarxistin.
Jinên ji bajarê Hesekê, Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê, nûnerên saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîr tevlî meşê bûn.
Meş ji pêşiya pira taxa Miftî dest pê kir û li Çerxerêya Şehîd Serhed veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de li ser navê Kongra Star Jiyan Hisên axivî û got: Serhildana Jin, Jiyan, Azadî yan jî “Şoreşa Keziyan” ku Jîna Emînî çirûska wê pê xistiye, bi hemû hêza xwe berdewam e.
Her wiha berxwedana jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê silav kir.
Meş bi dirûşmên jin jiyan azadî bi dawî bû.

Share This Article