XELKÊN LI REQAYÊ DAXWAZA RIZGARKIRINA EFRÎNÊ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

şêniyên bajarê Reqayê û Koçberên ji herêmên dagirkirî jî bi xwepêşandanekê êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk li ser Efrînê şermezar kirin û biryardariya têkoşînê nîşan dan.

Xwepêşandêran şaxên zeytûnan û wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê hildan.

xwepêşandan li qada Encumena Giştî dest pê kir û li Qada itfaiyê veguherî mîtîngê.

di mîtîngê de axaftin hatin kirin û hate gotin xwepêşandêr dixwazin dengê xwe bighînin raya giştî.

Her wiha axaftvanan diyar kirin ku divê herêmên dagirkirî yên weke Efrîn û herêmên din werin rizgarkirin.

Share This Article