XWENDEKARÊN ZANÎNGEHA KOBANÊ BÊDADIYA DOZA KEÇA KURD ROJÎN KABAÎŞ RED KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Kobanê, der barê bêdadiya doza keça kurd Rojîn Kabaîş a ji Wanê daxuyaniyek da û biryar red kir.

Meclisa Xwendekaran di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku dema kuştina Rojîn û windabîna cenazeya wê de, kesên peywendîdar cenaze dereng dan malbatê, ev bi xwe jî yek ji awayên binpêkirinê ye.

Meclisê li orî gotina baroyê wanê got ku di raporekê de xuya kirin ku DNAya du zilaman li ser laşê Rojînê hene û malbata wê dibêjin em gotina ku Rojînê xwe kuştiye qebûl nakin. Em dixwazin rastî eşkere bibe.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em wek xwendekarên Zanîngeha Kobanê vê binpêkirinê red dikin û daxwaza adaleta ji bo Rojîn Kabaîş û tevahiya binpêkirinên li dijî xwendekaran û jinan dikin.”

Meclisê di dawiya daxuyaniya xwe de, bang li hemû sazî, hiqûqnas û mecilsên xwedekaran kirin ku li hember kiryarên bi vî rengî bisekinin

Share This Article