Êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li dijî şoreşa Rojavayê Kurdistanê didomin.
Di van êrîşan de, dewleta Tirk tu kesî nas nake, Her kes dike hedefa êrîşên xwe.
Duh êvarê li ser riya Qamişlo-Amûdê dewleta Tirk a dagirker wesayetek xebatkarên çapemeniyê hedef girt.
Di encamê de xebatkarê bi navê Necmedîn Feysel Hec Sînan di êrîşê de şehîd bû. Her wiha Rojnamevanek jî birîndar bû.
Endama Koordînasyona Kongra Star Xunav Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn jinên Pêşeng û Rêveber hedef digre.
Rojnemevan Dicle Ehmed jî anî ziman ku vekirina kenal û dezdgehên ragihandinê taybet bi jinan, yek ji destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê bû.
Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên li ser xaka bakur û rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina jinên pêşeng, dixwaze destkeftiyên şoreşê û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.
Lê bi her êrîşek Dewleta Tirk a qirker, îradeya gelê herêmê xurtir dibe.
