XWENDEKARÊN KAMPA ŞEHBA YA KIŞTIARÊ JI BER ÊRÎŞAN ZEHMETIYAN DIKŞÎNIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ji ber êrîşên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantona Efrîn-Şehbayê xwendekarên kampa Şehba ya Kiştiarê zehmetiyan dikşînin.

Kampa şehba ya li navçeya Şêrewa ya girêdayî Efrînê 2 kîlo metre dikeve ser sînorên Efrîna dagirkirî.

Çeteyên dewleta tirk rojane êrîşan pêk tînin û bêserûber cihên sivîlan dikin hedef. Her wiha ji ber êrîşan xwendekar zehmetiyan dikşînin.

Lê tevî zehmetiyan jî xwendekar bi armanca fêrbûna zimanê dayîkê diçim dibistanên xwe û xwendina xwe didomînin.

Li ser mijarê Mamosteya bi navê Nazliyê Bekro got, dagirkerî bi armanca tunekirina ziman û çanda wan her roj êrîş dike.

 

Share This Article