XWENDEKARÊN RAGIHANDINÊ PROJEYÊN XWE YÊN DERÇÛNÊ PÊŞKÊŞ DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xwendekarên Peymangeha Bilind a Ragihandinê li Zanîngeha Rojava, bi amadebûna mamoste, rojnamevan û endamên nivîsgeha karûbarên zanistî projeyên xwe yên derçûnê pêşkêş kirin.

Xwendekar dibêjin, armanca wan ji xwendina beşê ragihandinê ku asta rojnamegeriya Kurdî bi pêş bixînin.

Xwendekarên Peymangeha Bilind a Ragihandinê li Zanîngeha Rojava, piştî xwendin û lêgerîna ku 3 salan dewam kir, projeyên xwe yên derçûnê pêşkêş dikin.

Her xwendekarekî projeya xwe li ser babeteke cuda amade kiriye, lê armanca tevan pêşxistina ragihandina Kurdî û xurtkirina wê ye.

Xwendekarên peymangehê li gorî rêbazên akademîk di aliyên pratîkî û teorî de hatin perwerdekirin û piştî derçûnê ew ê karînên xwe di dezgehên ragihandinê yên herêmê de cî bi cî bikin.

Peymangeha Bilind a Ragihandinê di sala xwendinê ya 2019 û 2020’an de hate avakirin û niha nêzîka 50 xwendekarên herêmê, proseya xwe ya perwerdehiyê lê didomînin ku ev grûp jî, nişfê yekem ê derçûnê ye.

Share This Article