Di xala dawî ya bidawîkirina rêwîtiya xwandinê de, hejmarek ji xwendekarên Peymangeha Bilind a Ragihandinê ya Zanîngeha Rojava, projeyên xwe yên derçûnê gotûbêj kirin.
Di projeyan de bal li ser rewşa ragihandinê ya li herêmê û kêşeyên ku rastî wê tên, hat kişandin.
Ji bo agahiyên Zêdetir, em bi hev re vê raporê temaşe bikin.
Xebata serkeftî pira di navbera xewn û rastiyê de ye. Dema mirov bi keda xwe bixebite tekez dê rê li ber gihandina armancên xwe veke.
Piştî 3 salan ji xwandinê, îro Xwendekarên peymangeha bilind a ragihandinê ya zanîngeha Rojava, pirojeyên xwe yên derçûnê pêşkêş kirin.
Naveroka projeyên ku hatine pêşkêşkirin, bi gelemperî fakturên ku bandorê li karê nûçegihaniyê dike û mijarên ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê digrin dest bûn.
Rojava TV ligel yek ji mamosteyên peymangeha bilind a ragihandinê, mamoste Ebdulselam Îsa hevdîtin pêk anî û der barê projeyên xwendekaran de agahiyên berfireh wergirtin.
Ji aliyê xwe ve, xwendekara bi navê Sîmav Xalid kêfxweşiya xwe ya bidawîkirina rêwîtiya xwandina li zanîngehê anî ziman û naveroka projeya xwe ya derçûyê vegot..
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Peymangeha Bilind a Ragihandinê di sala 2021’an de li Qamişlo hate avakirin û heta niha 3 komên xwendekaran jê derçûne.
