Rejîma Îranê bi salane hewl dide hêrsa gel biçewisîne, lê bi Şoreşa Jin Jiyan Azadî re bi taybetî jin, ciwan û gel careke din nîşan da ku wê teslîm nebe.
Hem cudahiya vê serhildanê li Kurdistanê pêş ket, hem jî şerekî bîrdozî hate meşandin.
Şoreşa Jin Jiyan Azadî derbeyeke mezin li îdeolojiya rejîma Îranê xist û ew neçar kir ku hesabên xwe vegerîn e..
Di vê çarçoveyê de jinên kombûna jinên zenûbiya diyar kirin ku felsefeya ”Jin Jiyan Azadî” ji berhemên felsefeya rêber abdullah ocalan e.
Her wiha jinan dan zanîn ku jinan xwe li dora felsefya ”jin jiyan azadî” kom kir û li dijî desthiladariya rejîma îranê bêdeng neman.
Her çendî bi şoreşa ”Jin Jiyan Azadî” tevahî gelên Îranê rabûn ser piyan jî lê kiryar û rêbazên hemeleyên darvekirinê, her dem domiyanû her jinên ku pêşengiyê dikir biryarên darvekirin û xistina zindanê li wan dihat birîn.
