XWENDEKAR Û MAMOSTEYÊN TIRBESPIYÊ PIŞTGIRÎ DAN QSD’Ê

Rojava Tv
1 Min Read

Bi armanca piştgiriya berxwedana şervanên QSD’ê û şermezarkirina êrşên dewleta tirk a dagirker xwendekar û mamosteyên Tirbespiyê meşiyan.
Meşvanan gotin, heta kêliya dawî ew ê axa xwe biparêzin û li pişta şervanên QSD’ê bin.bi armanca piştgiriya Hêzên sûrya drokratîk QSD’ê û şermezarkirina êrşên dewleta tirk a dagirker, desteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Tirbespiyê meşeke girseyî li darxist.

Meş bi beşdariya bi sedan xwendekar, mamosteyên dibistanan, endamên desteya perwerde û fêrkirinê ji pêşiya avahiya Rêveberiya Dibistanan hat li darxistin.

Meş li hember merclisa bajarê Tirbespiyê veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hat şermezarkirin û berxwedana şervanên QSD’ê hat silavkirin

Her wiha beşdarên meşê di berdewamiya axaftinên xwe de dan zanîn ku, ew ê axa xwe biparêzin û xwedî li fedekarî û berxwedana şervanan derkevin.

Meş ku bi pêşengtiya desteya perwerde û fêrkirinê li bajarê Tirbespiyê hat lidarxistin, bi berzkirina dirûşmeyên “bijî berxwedana QSD’ê” na ji dagirkeriyê re” bi dawî bû.

Share This Article