JINÊN HERÊMÊ DAXWAZA AKTÎVKIRINA ROLA JINAN DI PÊŞEROJA SÛRIYÊ DE KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Rayedarên jin ên di saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ji kamîreya Rojava TV re, behsa nebûna jinan di Komîteya Amadekar ya Diyaloga Niştîmanî de kirin û banga zêdekirina hejmara wan kir.

Jinan gotin: divê jin di nivîsandina destûra nû ya sûriyê de cih bigre.

Piştî ketina rejîma Baas, jinên sûriyê hêvî dikirin ku rola wan di pêşerojê de zêdetir aktîv bibe û karibin îradeya xwe ligel mêr pêk bînin.

Lê daxuyanî û helwestên neynî yên ku ji aliyê hikûmeta şamê ve derheqê jinan de derketine, li gor hêviya jinan pêk nehat.

Derbarê vê yekê de kamîreya Rojav Tv ligel hin rayedarên jin ên di saziyên rêveberiya xweser de hevpeyvîn kir û nêrîna wan parve kir.

Cîgira desteya jin a Rêvberiya Xweser Newroz Muslim tekez kir ku, nebûna jinan di komîteya amadekar ya diyaloga niştîmanî de, xapandinek mezin e.

Her weha Hevseroka Desteya Hundrîn Sozdar Şêxo bal kişand ser berxwedana jinan a ji bo parastina herêmê û hêvî kir ku jin di nivîsandina destûra nû de cih bigrin.

Rayedarên jin ên saziyên Rêveberiya Xweser de di dawiyê de destnîşan kirin ku, jinên herêma bakur û rojhilatê sûriyê di pergala rêveberiya xweseriya demokratîk de, heya asteke mezin di qadên siyasî, aborî û civakî de rol lîstin û bûn xwedî biryar.

Share This Article