Şêniyên bajarê Hesekê bi coşeke mezin cejna Remezanê pîroz kirin.
Şêniyan kêfxweşiya xwe anîn ziman û hêvî kirin ku cejnek bi ewle û aramî bi ser wan de derbas be.
Zarok, Mezin, ciwan û kal , her kes bi coşek cûda û xweş cejina Remezanê pîroz kirin.
Zarok bi gera xwe ya li şekiran û mezin jî bi serdanên xwe yên li malan çêjeke cuda ya cejnê çêkir.
Xelkên bajarê Hesekê jî, cejna Remezanê bi şadî û kêfxweşî bêşwazî kirin.
Hesekê diyar kirin ku bi keda hêza me, em cejna xwe bi ewle pîroz dikin.
Her wiha xelkê hêvî kirin ku cejnê wan her tim bi aramî û ewlehî derbas be.Cejina Remezanê îsal bi coşek mezin tê pîroz kirin.
Şênî jî hêvî dikin ku rewşa welat her xweştir bibe û aramî jî li her derê serwer bibe.
