Îro, Xiristiyanên bajarên Qamişlo û Hesekê ji serê sibehê ve berê xwe dan dêran û cejna Noelê pîroz kirin.
Xiristiyanan di vê rojê de xwestin ku sala nû ji bo gelên herêmê bibe dergeha xêr û xweşiyê.
Her sal weke îroj, Xiristiyanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya cejna Noelê ango roja rojbûna H.Z Îsa bi rêûresmên olî, pîrozbahiyên xwe li dar dixin.
Xiristiyanên bajarê Qamişlo bi hemû mezhebên xwe ji demjimêrên vê sibehê berê xwe dan dêran û li wir cejna xwe pîroz kirin.
Kamîreya RojavaTV atmosfera cejnê li dêra Meryem El-Ezraa a Suriyanê Ersodoks a li Qamişlo şopand û peyamên gel di vê rojê wergirt.
Bi heman boneyê, Xiristiyanên Hesekê jî, berê xwe dan dêr û kenîseyan û li gel hev cejna xwe pîroz kirin.
Xala herî xweş ew bû ku, Kongreya Îslama Demokrtaîk jî li wir amade bû û cejna birayên xwe yên Xirstiyan pîroz kir.
Sermetran Maryaqûb Şem’Î ya Suryan û Katolîkên Hesekê û Nisêbînê bi rêya Rojava TV peyama xwe parve kir.
Pîrozbahiyên Cejna noelê, îsal li gel êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên.
Tevî hemû êrîşan gelê herêmê bi îsrar e ku çirûska hêviyê her tim geş bihêle.
