Têkildarî geşdanên ku li Helebê rû didin Sekerterê Partiya Roj a demokrat a kurd li sûriyê Kovan Kenho ji Rojava TV re nirxandin kirin.
Kovan Kenho got, êrîşên li dijî Helebê bi desteka dewleta Tirk a dagirker pêk tên.
Her wiha Kovan Kenho di beşekî din ên nirxandinên xwe de destnîşan kir, geşdanên ku niha li helebê rû didin her kes li hemberî bê deng e.
Êrîşên Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji sibeha roja çarşemê ve li dijî xalên hêzên hikumeta şamê yên li Heleb dest pê kirin.
hikumeta şamê bêyî ku tu berxwedanekê raber bikin, dev ji xalên xwe berdan, li gel vê çeteyan dest danîn ser gelek taxên bajarê Helebê.
